Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî avakirina hikûmeta nû gotûbêj kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî re hevdîtinek pêk anî.
Avakirina hikûmeta nû
Nêçîrvan Barzanî û Musena Samerayî di civîna xwe de pêvajoya siyasî ya Îraqê û gavên avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirn.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya pêbendiya bi dema destûrî ya ji bo avakirina hikûmetê hat kirin.
Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê
