Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku wekî “Celadê Nugreselmanê” tê naskirin ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.
Di rûniştina ku 4 demjimêran ajot de, 28 rizgarbûyên Enfalê wekî gilîker û şahid îfadeyên xwe li dijî tohmetbar dan.
Celad di nav qefesa tohmetbaran de bi sîmayekî “lawaz û aloz” xuya bû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Hewlkewt Ezîz dane, rûniştina darizandina Ecac Tikrîtî ji bo 14ê Gulana 2026an hat paşxistin.
Tohmetbarê ku cilên zer ên girtîgehê û tîşortekî reş li xwe kiribû, dema ku gilîker diaxivîn gelekî aloz bû û destên wî dilerizîn.
Nûçegihanê Rûdawê li ser rewşa tohmetbar di dema darizandinê de got, “Ecac wekî kesayetiyekî gelekî lawaz dihat dîtin.
Ew ji wê wêneya ku dema cara ewil hatibû girtin cudatir bû. Gelekî lawaz bûbû û bandora girtîgehê li ser rûyê wî diyar bû.”
Rûbirûbûna qurbanî û celad
Di dema rûniştinê de, Eta Îbrahîmê ku yek ji gilîkeran e, berê xwe da Ecac û jê re got:
“Ka li rûyê min binêre! Dema ku ez tenê 11 salî bûm û te bi kabloyan lê dida, sûcê min çi bû?”
Ecac li hemberî vê pirsê bê deng ma û tenê serê xwe zivirand.
Parêzerê gilîkeran Dilman Letîf ji Rûdawê re ragihand, “Rûniştin gelekî baş bû û îfadeyên derdora 28 gilîkeran hatin wergirtin.
Ecac çend caran hewl da ku gotinên zêde bike lê ji aliyê serokê dadgehê ve rê li ber wî hat girtin.
