Hewlêr (Rûdaw) - Raporek eşkere dike ku Îsraîlê ji bo piştgiriya êrişên asmanî yên li Îranê, li çolterên Îraqê baregeheke leşkerî ya veşartî ava kiriye.
Her wiha destpêka şer ji bo ku cihê baregehê eşkere nebe, Îsraîlê êrişî wan hêzên Îraqê kiriye ku nêzîkî dîtina wê baregehê bûne.
Berpirsên Amerîkî û çavkaniyên agahdar ji rojnameya Wall Street Journalê re diyar kiriye ku Îsraîlê ev baregeh bi agahdariya Amerîkayê û hinekî beriya destpêkirina şer ava kiriye.
Baregeh wekî navendeke lojîstîk a ji bo hêza asmanî ya Îsraîlê hatiye bikaranîn û hêzên taybet lê hatine bicihkirin.
Vê yekê derfet daye Îsraîlê ku nêzîktirî qada şer bibe.
Erkê baregehê û hevkariya Amerîkayê
Li gorî zanyariyên di raporê de, li nav wê baregehê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatine amadekirin ku eger balafirên şer ên Îsraîlê werin xistin, bi hawara pîlotan ve biçin lê belê heta niha ti balafirên Îsraîlê nehatine xistin.
Di bûyereke din de, dema ku balafireke F-15 a Amerîkayê li nêzîkî bajarê Îsfehanê yê Îranê hat xistin, Îsraîlê pêşniyar kir ku alîkariya tîmên Amerîkî bike ji bo rizgarkirina pîlotan lê hêzên Amerîkayê bi xwe operasyona rizgarkirinê pêk anî û Îsraîlê tenê bi rêya bombebarana asmanî parastina operasyonê kir.
Pevçûna li gel artêşa Îraqê û giliyê li NYyê
Wall Street Journalê destnîşan kir ku bidizîbûna vê baregeha leşkerî destpêka meha Adarê nêzîk bû eşkere bibe.
