Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.
Di dengdanê de kabîneya Elî Zeydî hat pesendkirin û 14 kesan ji bo wezîrtiyê dengên pêwîst bi dest xistin.
5 namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin
Îro bi amadebûna 270 parlamenterên Îraqê ji bo 19 namzedên wezaretan deng hat dayîn.
Lê belê 5 ji wan namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin û nekarîn bibin wezîr.
9 wezaret mane
Li Îraqê 23 wezaret hene.
Li gorî vê encamê, hîn 9 wezaret mane ku wezîrên wan werin hilbijartin.
Ew kesên ku dengên pêwîst bi dest xistin û bûn wezîr ev in:
1- Fuad Husên: Wezîrê Karên Derve
2- Xalîd Şiwanî: Wezîrê Dadê
3- Mistefa Cebar Sened: Wezîrê Ragihandinê
4- Sirwe Ebdulwahid: Wezîra Jîngehê
5- Ebdulkerîm Ebtan Cibûrî: Wezîrê Perwerdeyê
6- Dr. Ebdulhusên Mûsewî: Wezîrê Tenduristiyê
