Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya
Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik,
Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) werin bikaranîn”
Mezlûm Ebdî xwest ku rê bidin wan peymanên ku li gel
hikûmeta demkî ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka lîsteyên li Koşka
Dadweriyê ya Hisîçayê (Hesekê) hatine kirin.
Wî bi rêya ANHAyê diyar kir ku ji bo berdewamiya pêvajoya
yekbûnê, divê dosyayên din ên saziyên dadgeriyê neyên astengkirin.
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û
hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan xalan e ku hinek
astengî derketine pêşiya wê.
Ji ber van astengiyan li bajarê Hisîçayê li ber Koşka
Dadweriyê xwenîşandan hatin lidarxistin.
Gel rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelaya avahiyê
protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê kir.
Lihevkirina li ser dosyaya dadgeriyê
Mezlûm Ebdî sedemên rawestandina pêvajoya dadgeriyê û
peymanên nû rave kirin û diyar kir ku "di vê mijarê de nêzîkî du hefte
berê hinek pirsgirêk derketin û ev bû sedema astengiyeke demkî."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku
nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a ji bo tevlîkirina dadgerên
Rêveberiya Xweser a nav hikûmetê û fikarên li ser parastina mafên wan dest pê
kiriye.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku berteka birêvebiriya dadgeriyê
ya li herêmê rewa bû çimkî wan paşguhkirin qebûl nekir.
Wî got piştî van pirsgirêkan, li Şamê û li herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin.
.jpg&w=3840&q=75)