Hewlêr (Rûdaw) - Berdana Erhan Kayayê ku ji sala 1995an ve di girtîgehê de ye û cezayê wî yê 30 salî xelas bûye, bi hinceta "cezayên dîsîplînê" careke din hat bipaşxistin.
Erhan Kayayê ku 31 sal in girtî ye, di pêwendiya telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî.
Kaya da zanîn ku berdana wî 6 mehên din hatiye bipaşxistin.
Ji sala 1995an ve girtî ye
Erhan Kaya 24ê Gulana 1995an li parêzgeha Erzîromê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin.
Kaya di heyama girtîbûna xwe ya dirêj de li girtîgehên Erzîrom, Tekîrdag, Edîrne û Qeyseriyê ma.
