Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku ji bo doza Rojîn Kabaîşê tîmeke nû hat avakirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, beriya Civîna Koma AK Partiyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Akin Gurlek hem li ser doza Rojîn Kabaîşê hem jî li ser mijarên din ên di rojevê de daxuyanî dan.
Di doza Rojîn Kabaîşê de pêngaveke nû
Akin Gurlek diyar kir ku xebatên teknîk ên li ser doza Rojînê didomin.
Wî da zanîn ku ji bo di dozê de derbasî qonaxeke krîtîk bibin, divê şîfreya telefona wê were vekirin û got:
“Eger em karibin di doza Rojîn Kabaîşê de şîfreya telefonê vekin, em dê ji bo lêpirsînê derbasî qonaxeke girîng bibin.
Di vê çarçoveyê de me tîmeke navxweyî ava kir û em ji aliyê teknîkî ve dixebitin.”
Wî her wiha eşkere kir ku ew li benda encamên erênî ne.
