Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Sineyê, di civînekê li gel berpirsên Wezareta Kelepûra Çandî ya Îranê de destpêkirina pêvajoya tomarkirina Şikefta Kereftûyê ya li lîsteya Kelepûra Cîhanî ya UNESCOyê ragihand.
Alîkarê Siyasî, Ewlehî û Civakî yê Parêzgarê Sineyê Elî Ekber Wermeqanî got, "Em hêvîdar in ev gav bibe destpêkek ji bo tomarkirina şûnwarên din ên dîrokî yên li parêzgehê."
Elî Ekber Wermeqanî diyar kir ku Kurdistan sembola nasnameya dîrokî ye û destnîşan kir ku lêkolînan îspat kiriye temenê vê parêzgehê zêdetirî 7 hezar û 500 salî ye û anî ziman:
"Tomarkirina cîhanî ya Kereftûyê dê rê li ber naskirina zêdetir a vê şûnwarê ya li cîhanê veke û bala geştyarên biyanî bikişîne, loma divê kar werin bilezkirin."
Di civînê de, Birêvebirê Giştî yê Kelepûra Çandî yê Parêzgeha Sineyê wekî birêvebirê projeyê hat destnîşankirin.
Şikefta dîrokî ya Kereftûyê
Ev şikeft 67 kîlometreyan ji bakurrojavayê bajarê Dîwandereyê dûr e.
Kereftû şikefteke xwezayî ya ji kevir e ku bi awayê 4 qatan di nav dilê çiyayê de hatiye kolan.
