Hewlêr (Rûdaw) - Tenê rojek piştî ku çîroka xwe di bernameya "Berpirsyar" a Tora Medyayî ya Rûdawê de parve kir, jiyana Yûnis Ebasê 25 salî guherî.
Yûnis Ebas diyar kir, ew keça ku berê ne razî bû pê re bizewice, piştî bernameyê telefonî wî kiriye û razî bûye.
Her wiha şirketekê peymana modeltiyê pêşkêşî wî kiriye û dezgeheke xêrxwaziyê jî hemû mesrefên zewaca wî girtine ser xwe.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Hecî Îdrîs Sûrçî yek ji wan aliyan bû ku zû bersiva daxwaza Yûnis da.
Birêvebirê Pêwendiyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Hecî Îdrîs Sûrçî Behêz Sabîr ji Rûdawê re ragihand:
"Dezgeha me hemû mesrefên emeliyata estetîkê ya Yûnis girtiye ser xwe.
Her wiha em dê kel û pelên navmalê û mesrefên zewacê dabîn bikin.
Em dê karekî guncav ji bo wî peyda bikin û navê wî di pişka xaniyan de tomar bikin ku jiyaneke baş derbas bike."
Yûnis Ebas rojek piştî bernameyê, ducare bû mêvanê "Berpirsyar" û got:
"Piştî bernameya doh, bûk amade bû, telefonî min kir û razî bû.
Berê razî nedibû. Niha tenê xaniyek ji min re maye."
Şirket ketin pêşbaziyê
Alîkarî tenê di warê bijîşkî de neman, gelek şirketên sektora taybet jî pêşniyarên cuda pêşkêş kirin.
Xwediyê markeya Vanas Modeyê ya li Hewlêrê Goran Xidir ji Rûdawê re got:
"Em dê sê qat cil û bergên biha ji bo nîşan, mehr û dawetê bidinê ku bihayê kirêya hinek ji wan digihêje 8 hezar dolarî.
Her wiha kuafora VIP û cilên zava jî li ser me ne."
Yek ji derfetên herî mezin ji bo Yûnis, xebata wekî model bû.
Yûnis Ebas da zanîn:
"Şirketa By Denizê ya li Zaxoyê pêwendî bi min re danî.
