Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya rasterast a Pentagonê ya ji bo perwerde û rahênana Hêza Pêşmergeyan bi temamî tê birîn.
Ev di demekê de ye ku Amerîkayê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê û Dijeterora Îraqê daxwaza 96 milyon û 452 hezar dolarî kiriye.
Li gorî reşnivîsa projeyasaya budceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ya sala 2027an, guherîneke temam di alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Hêza Pêşmergeyan de hatiye kirin.
Alîkariyên ku ji bo çekdarkirin, perwerde û rahênana Hêza Pêşmergeyan a sala 2026an nêzîkî 61 milyon dolarî bûn, di reşnivîsa budceya nû de daketine 0 dolarî.
Rakirina alîkariyên ji bo Hêza Pêşmergeyan di demekê de ye ku di çarçoveya heman bernameyê de, Pentagonê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê 38 milyon û 600 hezar dolar û ji bo Dijeterora Îraqê jî 57 milyon û 452 hezar û 160 dolar xwestine.
Ev her du amar bi hev re dikin zêdetirî 96 milyon û 452 hezar dolarî.
Sala borî jî Pentagonê alîkariyên darayî yên Hêza Pêşmergeyan birîbûn ku wekî alîkariya mehane dihatin dayîn û 60 milyon dolar bûn. Ev alîkarî ji sala 2026an ve hatiye birîn.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê û Pentagonê piştî şerê DAIŞê memorandumeke lihevtêgihiştinê îmze kiribû.
