Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîne û wan rewşa Îran, Kendava Besrayê û Ukraynayê gotûbêj kiriye.
Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov li paytext Moskowê ji rojnamegeran re axivî.
Ushakov diyar kir ku li ser daxwaza aliyê Rûsyayê, Putin û Trump bi telefonê axivîne.
Ushakov da zanîn ku axaftina wan ji saetek û nîvekê zêdetir ajotiye û ew hevdîtineke karsazî û avaker bûye.
Ushakov destnîşan kir ku Putin ji ber hewldana suîqestê piştgirî daye Trump û got:
"Serokê Rûsyayê ev hewldan bi tundî şermezar kir. Wî tekez kir ku bi çi armanca siyasî dibe bila bibe, tundî nayê qebûlkirin."
Rojev Îran û Kendava Besrayê ye
Ushakov eşkere kir ku her du serokan ji babetên navneteweyî zêdetir bal kişandiye ser rewşa Îran û Kendava Besrayê û ev agahî dan:
"Putin wisa difikire ku biryara Trump a ji bo dirêjkirina agirbesta bi Îranê re rast e.
Ev dê ji bo dan û standinan derfetekê peyda bike û dê bi giştî bibe alîkar ku rewş aram bibe.
Putin diyar kir ku eger Amerîka û Îsraîl careke din hêza leşkerî bi kar bînin, dê encamên wê yên wêranker hebin.
Ev ne tenê ji bo Îran û welatên cîran, dê ji bo hemû civaka navneteweyî encamên xerab bi xwe re bîne.
Helbet xuya ye ku vebijêrka operasyoneke bejahî ya li dijî Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin û xeternak e."
Ushakov bal kişand ser wê yekê ku Rûsya alîgirê çareseriya aştiyane ye û wiha pê de çû:
"Rûsya bi biryar e ku piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk ên ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ya krîzê.
Rûsyayê ji bo çareserkirina nakokiyên li ser bernameya nukleerê ya Îranê hinek pêşniyar kirin.
Ji bo vê armancê dê pêwendiyên bi nûnerên Îranê, serokên welatên Kendava Besrayê, Îsraîl û helbet nûnerên Amerîkayê yên ji bo dan û standinan re bidomin."
Ushakov anî zimên ku Trump jî encamên qonaxa şer a ku bi dawî bûye nirxandine û nêrînên xwe yên li ser "rewşa zehmet a ku birêvebiriya Îranê tê de ye" anîne zimên.
Şerê Ukraynayê
Ushakov ragihand ku di hevdîtinê de krîza Ukraynayê jî hatiye gotûbêjkirin.
