Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Qamişloyê bihayê jeneratoran diyar kir û ji bo aboneyan mercên nû danîn
Doh li bajarê Qamişloyê di civîneke berfireh de nirxê amperên jeneratoran ê meha Gulanê hat diyarkirin.
Civîn bi beşdariya Meclisa Navçeyê, Şaredariya Qamişloyê, Yekitiya Jeneratoran û Komîteya Sotemeniyê pêk hat.
Ji bo ku welatî bi hêsanî ji bihayan agahdar bibin, biha bi vî rengî hatin eşkerekirin:
Bihayê li ser bingeha mazota xizmetguzariyê
- Karkirina 8 demjimêran: 15 hezar lîreyên Sûrî
- Karkirina 16 demjimêran: 30 hezar lîre Sûrî
Bihayê li ser bingeha mazota azad
- Karkirina 8 demjimêran: 13,5 dolar
- Pergala 24 demjimêran: 16 dolar
- Bihayê karkirina yek demjimêrê: 1,70 dolar
Hat diyarkirin ku ji ber mesrefa mazotê û parçeyên yêdek, heqê pergala 24 demjimêran tenê bi dolaran tê wergirtin.
Ji bo xwediyên jeneratoran cezayên giran
Di civînê de ji bo parastina mafên welatiyan biryarên tund hatin dayîn.
Her xwediyekî jeneratorê ku bi qestî elektrîkê bibire yan jî di karê xwe de kêmasiyê bike dê 75 milyon lîreyê Sûrî were cezakirin.
Eger xwediyê jeneratorê pêbendî bihayê diyarkirî nebe dê dîsa 75 milyon lîre ceza bixwe.
Eger vê yekê dubare bike, dê dest bi jeneratora wî were danîn.
Divê xwediyên jeneratoran dema xirabûnek çêbibe, demildest komîteya şopandinê agahdar bikin da ku rûbirûyî cezayan nebin.
Ji bo aboneyan mercên nû
Qedexe ye ku xwediyê jeneratorê ji bo aboneyên nû zêdetirî 10 ampêran bide.
Divê xwediyê jeneratorê fatûreyên fermî bide welatiyan ku nav û biha li ser wan hene.
