Hewlêr (Rûdaw) - Sê karsazên kirîn û firotina xaniyan diyar dikin ku ji ber bandora şer û rewşa aloz a herêmê, xanî û daîre li bajarên Başûrê Kurdistanê erzan bûne.
Kiryar û firoşkarên xaniyan ên li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê hemfikir in ku bandora şer bûye sedema lawazbûna sektora xaniyan.
Şêwirmendekî xaniyan ê li Silêmaniyê diyar kir, projeyeke niştecihbûnê heye ku daîreyek zêdetirî 130 hezar dolarî firotiye lê niha bihayê wê 70 hezar dolar e.
Firoşkarekî xaniyan ê li Hewlêrê jî anî ziman:
"Li hinek cihan daîreyeke 40 hezar dolarî daketiye 35 hezar dolarî."
Rewşa kirîn û firotina xaniyan li Hewlêrê
Karsazekî li Hewlêrê dibêje ji ber rewşa herêmê kirîn û firotin sînordar bûye û niha erzanî heye.
Lê karsazekî din ê heman beşî eşkere kir, "Li cihên baş ti erzanî nînin û hîn zêde jî bûye."
Xwediyê Şirketa Xanî û Milkan a Raber Wertî li bajarê Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Bi bandora şer li hinek cihan kirîn û firotin hinekî kêm bûye lê ev nayê wê wateyê ku erzanî heye."
Raber Wertî 22 sal in di sektora xaniyan de dixebite û li ser mijarê got:
"Di rewşeke şer de yan dema bazar lawaz dibe, xelk milkên xwe nafiroşe û li benda aramî û asayîbûna rewşê dimîne."
Raber Wertî şîretan li welatiyan dike û dibêje:
"Ji bo ku hûn zererê nekin, gelekî girîng e hûn zanibin li kû û li cem kê milk dikirin.
Çimkî eger hûn li cihekî guncav milk bikirin, zehmet e hûn zererê bikin."
Xwediyê Şirketa Xanî û Milkan a Hêriş Hisên jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
"Eger kesek pir hewcedarî pereyan be û milkê xwe bi erzanî bifiroşe tê firotin, nexwe bazar ne aram e û piraniya kirîn û firotinê rawestiyaye."
Hêriş Hisên anî ziman:
"Beriya şer daîreyek wekî mînak bi 40 hezar dolarî dihat firotin lê niha 5 hezar dolar kêmtir dike.
Lê li hinek cihên pir baş hîn biha neketine."
Hêriş Hisên her wiha da zanîn:
"Bi giştî daîre, xanî, vîlla û zevî li gorî berê erzan bûne.
Sedem jî bandora şer a li herêmê û avanebûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ye.
