Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Baedrê yê qezaya Şêxanê ya Dihokê 3 kes bi çekan hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Birîvebirê Nahiyeya Baedrê Rêzan Mîrza Beg ji Rûdawê re got, "Di bûyera li gundê Êsiyanê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye."
Hûrgiliyên bûyerê
Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan li ser hûrgiliyên bûyerê ragihand ku ji wan 3 kesên ku hatine kuştin, kesek kujerê her du kesên din e.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, sedema bûyerê pirsgirêkeke civakî bûye.
