Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di mîtînga 1ê Gulanê ya li parêzgeha Wanê de ragihand ku niha di pêvajoya çareseriyê de hinek xitimîn çêdibin.
Tulay Hatîmogullariyê got, “Em ji bo derbaskirina van xitimînan hewlên ku ji destê me tên didin.”
Ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi dirûşma “Ji bo Ked, Aştî, Azadî û Demokrasiyê Em di 1ê Gulanê de Li Qadan in” mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari beşdarî mîtîngê bû û gotarek pêşkêş kir.
Hatîmogullariyê bal kişand ser şerê Rûsya-Ukraynayê û êrişên dawî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê û got:
“Sedema van hemû şeran krîza pergala kapîtalîst e.
Îro cîhan di bin metirsiya Şerê Cîhanî yê Sêyem de ye.
Berdêla vê yekê bi rêya birçîbûn û hejariyê didin dayîn.
Li Rojhilata Navîn Kurd, Ereb û gelên Tirkiyeyê vê berdêlê didin.
Lê li hemberî vê, berxwedana gelan heye ku mînaka wê ya herî baş li Rojava ye.
Tekane rêya çareseriyê avakirina tevgereke aştiyê ya navneteweyî ye.”
Xitimînên di pêvajoyê de
Hatîmogullariyê qala qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê jî kir û anî ziman:
"Niha di pêvajoyê de hinek xitimîn çêdibin.
Em ji bo derbaskirina van xitimînan hewlên ku ji destê me tên dikin.
