Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mîhrab Ebdulahzade hatiye pêkanîn.
Îro berê sibehê, ajansa nûçeyan a fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê (Mîzan) nûçeya bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mîhrab Ebdulahzade weşand.
Cezayê îdamê
Li gorî Mîzanê, Mîhrab Ebdulahzade bi kuştina endamekî hêzên Besîcê hatibû tohmetbarkirin ku ew hêzeke ser bi Pasdaran a Îranê ve ye.
Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Desthilata Dadê ya Îranê ve got:
"Piştî derbasbûna qonaxên qanûnî ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve, ceza derketiye."
Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku cezayê Mîhrab Ebdulahzade îro berê sibehê hatiye pêkanîn lê qalê cihê darvekirinê nehatiye kirin.
Mîhrab Ebdulahzadeyê ku di girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de bû, 18ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji biryarê hat agahdarkirin.
