Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Batêlê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, sê şivan di goleke avê de xeniqîn.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Zaxoyê Evîndar Izet li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Evîndar Izetê da zanîn ku bûyer li gundê Kuliyê yê navçeya Batêlê rû daye.
Evîndar Izetê her wiha destnîşan kir ku sê kes ketine goleke avê û di encamê de xeniqîne.
Berdevkê Parastina Sivîlan derbarê nasnameya qurbaniyan de ev agahî dan:
