Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Mîhrab Ebdulahzadeyê ku ji aliyê Îranê ve hat îdamkirin, di pêwendiyeke telefonî de eşkere kiriye ku wî di bin zextê de tawaneke ku nekiriye qebûl kiriye.
Ev pêwendiya telefonî piştî ku Ebdulahzade îro hat îdamkirin, ji aliyê rêxistineke mafên mirovan ve hat belavkirin.
Girtiyê Kurd Mîhrab Ebdulahzadeyê îro serê sibehê li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat îdamkirin.
Mîhrab Ebdulahzade bi wê yekê dihat tohmetbarkirin ku di dema xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên 2022yan de beşdarî kuştina efserekî paramîlîter ê Îranê bûye lê wî ev îdia red dikir.
“Em dizanin te nekiriye”
Ebdulahzadeyê 28 salî di pêwendiyeke telefonî de bi Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya li Fransayê re axiviye û kopyeyek ji vê axaftinê gihîşt destê Rûdawê.
Ebdulahzade di axaftina xwe de dibêje ku efserekî îstixbarata Îranê di dema lêpirsînê de jê re gotiye, "Ji ber ku tu naxwazî bi me re bixebitî, divê tu tiştekî li xwe bigirî."
Ebdulahzade diyar kiriye ku wî efserî jê re gotiye, "Em dizanin ku te ev yek nekiriye" û wî destnîşan kiriye ku ew hatiye neçarkirin ku sê rûpelên îtirafan îmze bike.
Girtiyê Kurd ê ku hat îdamkirin, li Urmiyeyê xwediyê kuaforekê bû.
Ew di Çiriya Pêşîn a 2022yan de, mehekê piştî xwenîşandanên li dijî hikûmetê, hat desteserkirin.
Ebdulahzade piştre ji bo navendeke desteserkirinê ya Supaya Pasdaran a Îranê hat veguhastin.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Ebdulahzade bi kuştina endamekî Basîcê hatibû tohmetbarkirin ku ew jî komeke paramîlîter a xwebexş e û wekî yek ji baskên Supaya Pasdaran dixebite.
“Şkenceya derûnî û fîzîkî”
Ebdulahzade di pêwendiya telefonî de aniye zimên ku wî "ji aliyê derûnî û fîzîkî ve" şkence dîtiye.
Wî her wiha daye zanîn ku ew bi tohmeta "Fesad fîl Erz" (Li ser rûyê erdê belavkirina xerabiyê) jî hatiye tawanbarkirin.
