Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe dê biçe Bexdayê û li gel aliyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê bicive.
Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê here Bexdayê.
Dê li ser avakirina hikûmetê biaxivin
Nêçîrvan Barzanî dê li ser avakirina hikûmeta nû ya Îraqê bi aliyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re bicive.
Nêçîrvan Barzanî her wiha dê li ser encamên wan hevdîtinan jî biaxivin ku Elî Zeydî bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re kirine.
Çavê serkirdeyan li vê serdanê ye
Serkirdeyên Îraqê çavê wan li wê yekê ye ku ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê dawî li pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bîne.
