Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê barana dijwar û bahozê karesat bi pey xwe re anî.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, ji ber bahozê kesek miriye û 40 kes jî birîndar bûne.
Li her du navçeyan jî perwerde rojekê hat rawestandin.
Bîlançoya bahozê hat eşkerekirin
Parêzgariya Rihayê bîlançoya rewşa hewayê ya nebaş a ku îro li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê çêbû eşkere kir.
Li herêma ku bahoz û baran lê hebû, gelek dar hilkişiyan, banên avahiyan firiyan û lehî rabû.
Li Bêrecûkê mirî û birîndar hene
Di daxuyaniya Parêzgariya de hat diyarkirin ku ji ber bahoz û barana li navçeya Bêrecûkê kesek miriye û 29 welatî jî birîndar bûne.
