Hewlêr (Rûdaw) - Derbasbûna hinek kel û pelan a ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat qedexekirin.
Berpirsê Beşa Ragihandinê yê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Muşîr Remah derbarê pergala bacê û qedexekirina derbasbûna hinek kel û pelan a ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve ji Rûdawê re axivî.
Dêriyê Sînorî yê Sêmalkayê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye.
Ev qedexeya ku li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê tê sepandin, biryara Komîteya Niştimanî ya Hawirde û Hinardeyê ye.
Pênaseya gumrikê li hemû deriyan yek e
Muşîr Remah destnîşan kir ku pênaseya gumrikê ya ku tê sepandin, li hemû deriyên sînorî yek e.
Wî diyar kir ku di navbera deriyan de ti cudahî nîne.
Remah her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa deriyê Sêmalkayê.
Wî eşkere kir ku ew derî ketiye bin sîwana Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan.
