Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî got, "Berdana dîlan û radestkirina cenazeyên şervanên HSDyê berdewan dike."
Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî yê Bicihanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn Ehmed Hîlalî, derbarê pêvajoya radestkirina cenazeyan û rewşa girtiyan ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hîlalî diyar kir ku pêvajoya berdana dîlan û radestkirina cenazeyan hîn jî bi awayekî rêkûpêk didome.
Sedema derengketinê
Hîlalî destnîşan kir ku carinan di radestkirinê de hinek derengketin çêdibin.
Wî sedema vê yekê jî bi rêkarên lêkolînê û kar û barên belgekirinê ve girê da.
Ehmed Hîlalî eşkere kir ku di navbera her du aliyan de, cenazeyên ku niha tên radestkirin tenê yên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in.
