Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku lat û zinar bi ser rê de hatin xwarê, rêya Wan-Şaxê ji her du aliyan ve hatiye girtin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barana zêde û helîna berfê bandoreke xerab li çûn û hatinê kir.
Li navçeya Şaxê ji ber bilindbûna asta ava çeman lehî rabû.
Ji ber helîna berfê û barana dijwar, menfez tijî bûn û xitimîn.
Ev yek bû sedem ku zinar û lat bi ser rêya bejahî de bên xwarê.
Ji bo ku ewlehiya çûn û hatinê nekeve metirsiyê, li ser rêya Wan-Şaxê tedbîrên pêwîst hatin wergirtin.
