Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya du rojan a Bexdayê daxuyand ku serdana wan “berhemdar û serkeftî” bûye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan li gel aliyan tekezî li ser xebata hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyan û piştgiriya serokwezîrê hatiye erkdarkirin kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî zanîn ku wî di nava du rojan de li gel hemû hevpeymanî, kesayetên niştimanî û hevparên wan ên li Bexdayê dan û standinên erênî pêk anîne.
“Divê çek di destê dewletê de bin”
Li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, di civînan de tekezî li ser hevkariya hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyên siyasî, ewlehî û aborî hatiye kirin.
Yek ji mijarên sereke “hiştina çekan di destê dewletê de” û dîtina çareseriyên bilez ji bo rewşa aborî ya ku ji ber aloziyên herêmê bandor lê kiriye bû.
Nêçîrvan Barzanî her wiha ragihand ku wan di hevdîtinan de daxwaza misogerkirina ewlehiya welatên herêmê û dûrxistina Îraqê ji alozî û nakokiyên herêmî kiriye.
Avakirina hikûmeta nû
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê avakirina kabîneya nû ya Îraqê got:
“Me li gel hevparên xwe derbarê avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de dan û standin kirin.”
