Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Reqayê Ebulrehman Selame ragihand ku destdanîna ser milkên Kurdan dê were rawestandin.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê (Hesekê) û Parêzgarê Reqayê civiyan û wan pirsgirêka destdanîna ser milkên Kurdan û vegera koçberan gotûbêj kir.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Mehmûd Xelîlê ku wekî Siyamend Efrîn tê naskirin, şeva borî bi Parêzgarê Reqayê Ebulrehman Selame re civiya.
Destdanîna ser milkan tê rawestandin
Di civînê de dosyeya destdanîna ser xanî û milkên welatiyên Kurd ên li parêzgeha Reqayê hat nirxandin.
Parêzgarê Reqayê di civînê de ragihand ku ew dê fermanê bide da ku ev kiryar demildest werin rawestandin.
