Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya 1emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay), "Doza JÎTEMê ya Kerboranê" bi hinceta ku dema qanûnî ya darizandinê temam bûye girt.
Doz li ser windakirina 8 kesên ku salên 1995-1996an li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn windakirin, hatibû vekirin.
Ji wan qurbaniyan 7 kes sivîl bûn ku 3 ji wan zarok bûn û yek ji wan jî Çawîşê Pispor Bîlal Batirir bû.
Dadgehê bi hinceta ku dema qanûnî ya 30 salî bi dawî bûye, biryar da ku doz were betalkirin û girtin.
Biryara beraetê betal kir lê doz girt
Parêzer Erdal Kuzu li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) doz dişopand.
Erdal Kuzu, piştî ku dadgeha îstînafê biryara beraetê da, dosye biribû Dadgeha Bilind.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Bilind di nirxandina xwe de diyar kiriye ku dema "demboriyê" 8ê Adara 2026an temam bûye.
Dadgehê biryara beraetê ya dadgeha herêmî betal kir lê ev biryar ne ji bo destpêkirina darizandineke nû bû.
Dadgehê ev biryar tenê ji bo ku doz bi temamî ji rojevê derkeve û ji ber demboriyê were daxistin da.
Bi vî awayî, 15 bersûcên ku kujer û berpirsên payebilind jî di nav wan de bûn ji darizandinê filitîn.
Hestiyên wan di bîr û xirbeyan de hatin dîtin
