Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan niştecih û xwendekarên Kobaniyê ji bo şermezarkirina guhertina navên gund û navçeyên xwe meşiyan.
Gelê Kobaniyê nerazîbûn nîşanî Erebîkirina navên Kurdî û destnîşankirina berpirsan a li derveyî vîna wan da.
Xwenîşandan bi dirûşma "Zimanê me hebûna me ye, Kobanî rûmeta me ye" hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHAyê meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd ajot.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S) Gêlo Îsa axivî.
"Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e"
Gêlo Îsa diyar kir ku ew guhertina navên deverên Kurdan qebûl nakin û got:
"Em li vir in û em dê wan kiryaran qebûl nekin ku dixwazin vîna me têk bibin.
Em dixwazin entegrasyoneke bi rêk û pêk were çêkirin û di destûra nû de mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî mafên gelê Kurd werin misogerkirin.
