Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Nifûsê yê Sûriyeyê Ebdulah Ebdulah ragihand ku dema wergirtina daxwaznameyên nasnameyê ji bo welatiyên Kurd hatiye dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, piştî ku dema diyarkirî bi dawî bû, hat dîtin ku hîn jî bi hezaran kes li bendê ne da ku serlêdanên xwe bikin.
Ji ber vê yekê hikûmeta Sûriyeyê biryar da ku dema wergirtina belgeyan 15 rojên din dirêj bike.
Li gorî biryarê, dema serlêdanan heta 21ê vê mehê hat dirêjkirin.
