Hewlêr (Rûdaw) - Muftîtiya Navçeya Giyadînê ya Agiriyê ferman da ku "ji xeynî Tirkî bi ti zimanî xizmet nayê dayîn."
DEM Partiyê bertek nîşanî vê biryarê da.
DEM Partiyê diyar kir ku astengkirina îbadet û xutbeya bi zimanê dayîkê tê wateya zexta li ser ziman û baweriya gelan û xwest ku ev biryar were betalkirin.
Komîteya Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Muftîtiya Giyadînê di koma WhatsAppê de ferman dabû meleyên xwe û gotibû, "Ji xeynî Tirkî bi ti zimanî xizmetê nedin."
Komîteya Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê jî li ser vê fermanê daxuyanî da.
“Qedexekirina zimanekî li dijî baweriyê ye”
Komîteyê di daxuyaniyê de bal kişand ser Sûreya Rûmê û got:
“Di ayeta 22yan a Sûreya Rûmê ya Qurana Pîroz de tê gotin, ‘Cudabûna ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne.’
Qedexekirina zimanekî ku wekî ayeta Xwedê tê pênasekirin, ne tenê tercîheke siyasî ye. Ev helwest li dijî heqîqeta civakî û nirxên baweriyê ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema ol bi zimanê gelan re digihêje hev wateyê peyda dike û wiha hat gotin:
"Dema ol dibe amûra polîtîkayên desthilatê, nake yek lê ji hev vediqetîne.
Tabloya îro ya ku derketiye holê bi temamî ev e. Dezgehên dînî divê alîkariya aştiya civakî bikin.
