Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyekî Rêveberiya Xweser nûçeyên li ser hilweşandina partiyên di nav Rêveberiyê de, bi taybetî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red kir.
Wî ev gotegot wekî "bêbingeh" bi nav kirin û çavkaniyekî agahdar ê ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî ev yek piştrast kir.
Gotegot belav bûbûn ku dê partiyeke nû ya siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî were avakirin.
Hatibû îdiakirin ku ev partî dê ji partî û hêzên nav Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêk bê.
MSD sala 2015an li bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hisîçayê wekî baskê siyasî yê HSDyê hatibû avakirin û gelek partî û tevgerên siyasî li xwe digire.
"Lêveger gaveke pêwîst e"
Serkirdeyê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Dûr e ku partiyeke nû were avakirin" û diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê meha îlonê kongreya xwe ya asayî li dar bixe.
Sîhanok Dîbo li ser avakirina lêvegereke Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman ku ev yek "di vê qonaxê de gava herî pêwîst e".
Wî destnîşan kir ku divê Pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê "were çareserkirin û hewla piştguhkirina wê neyê dayîn."
Sîhanok Dîbo piştgiriya xwe ya ji bo avakirina vê lêvegerê anî ziman û got:
"Dê bibe gaveke di cih de ku kar û barên lêvegera Kurdî werin birêxistinkirin û xwedî rengekî rêxistinî yê bipêşketî be.
Bi vî awayî dê karibe daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê baştir bîne ziman û hemû mafên Kurdan di destûrê de garantî bike."
Dîbo li ser girêdana navê Mezlûm Ebdî ya bi xebatên avakirina vê lêvegera nû re eşkere kir:
"Hema bêje lihevkirinek li ser kesayetiya General Mezlûm heye ku serokatiya lêvegerê bike."
Lê wî piştrast nekir ku niha xebateke çalak ji bo vê yekê heye an na.
Mezlûm Ebdî ku îhtimala derxistina cilên leşkerî û lixwekirina cilên dîplomatîk red nekiribû, meha sibatê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê daxuyaniyek dabû.
Wî amaje bi wê yekê kiribû ku dibe ku ji bo amadehiya qonaxa bê, xebatên avakirina lêvegereke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê werin kirin.
