Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên neyar de pevçûneke bi çekan derket û di vê pevçûnê de 3 kes mirin.
Li gundê Qalinbeyatê yê Rihayê di navbera wan her du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin nîqaşek derket.
Ew nîqaş pişt re veguherî şerê bi çekan.
Piştî ku xeber gihişt wan, gelek cendirme û ambulans çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolan diyar kir ku Mustafa Kada, Osman Kada û Veysî Yeşîltepe li cihê bûyerê mirine.
