Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke rojnameya Washington Postê ya ku pişta xwe bi wêneyên peykan ve girê dide, diyar dike ku êrişên asmanî yên Îranê ji destpêka şer ve herî kêm zerer gihandiye 228 avahî û kel û pelên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserê Rojhilata Navîn.
Ev amar ji wan amaran gelekî zêdetir e ku hikûmeta Amerîkayê bi fermî qebûl kirine.
Li gorî analîza wêneyan, di êrişan de qadên balafiran, cihên nîştecihbûna leşkeran, depoyên sotemeniyê, balafirên şer û pergalên hestiyar ên radar û parastina asmanî hatine armanckirin.
Metirsiya van êrişan wisa kiriye ku hinek baregehên Amerîkayê ew qasî xeternak bibin ku fermandar neçar mane piraniya karmendên xwe ji wan cihan dûr bixin.
7 leşkerên Amerîkayê mirin
Di warê ziyanên canî de heta dawiya meha Nîsanê, di êrişan de 7 leşkerên Amerîkî mirine. Şeş ji wan li Kuweytê û yek jî li Erebistana Siûdî hatiye kuştin.
Her wiha zêdetirî 400 leşkerên din jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 12 ji wan "giran" e.
Astengkirina wêneyên peykan
Washington Post diyar dike ku di vî warî de bidestxistina wêneyên peykan (satelît) ên herêmê gelekî zehmet bûye.
Sedema vê yekê ew e ku du şirketên mezin ên dabînkerên wêneyan (Vantor û Planet), li ser daxwaza hikûmeta Amerîkayê belavkirina wêneyên herêmê sînordar kirine an jî bi paş xistine.
Li aliyê din, ajansên nûçeyan ên Îranê bi berdewamî wêneyên bikalîte belav dikin ku zererên baregehên Amerîkayê nîşan didin.
Washington Postê 109 ji wan wêneyên Îranî bi amarên Pergala Copernicusê ya Yekîtiya Ewropayê re dan ber hev, derket holê ku wêne rast in û destkarî li wan nehatiye kirin.
“Êrişên Îranê gelekî hûr bûn”
Mark Cancianê ku generalê malnişîn ê Deryayî û Şêwirmendê Bilind ê Navenda Stratejî û Lêkolînên Navneteweyî ye, piştî dîtina wêneyan ji rojnameyê re axivî.
Mark Cancian got, "Êrişên Îranê gelekî hûr bûn. Ti çalên bêserûber nayên dîtin ku nîşaneya nearmanckirina armancan be."
Hinek pispor jî dibêjin, wekî ku xuya dike, artêşa Amerîkayê şiyana Îranê û ew agahiyên îstixbaratê yên ku Rûsyayê ji bo lêdana armancan dane wê, kêm nirxandine.
