Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn ku di qonaxa yekem a Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de 500 hezar şitilên zeytûnan hatine çandin.
Umêd Xoşnaw her wiha ragihand ku dê qonaxa duyem a projeyê dest pê bike.
Birêvebirê Jîngehê yê Hewlêrê jî got, "Dê sûdeke projeyê ya zêde ji bo hewa û aboriya bajêr hebe."
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro li ser projeya Kembera Kesk a Hewlêrê ji Rûdawê re axivê:
Umêd Xoşnaw got, "Li pişt Cafrya 150 Metreyî û di navbera rêya Pîrmam û Behirkeyê de, di qonaxa yekem a Projeya Kembera Kesk de 500 hezar şitilên zeytûnan hatin çandin."
Parêzgarê Hewlêrê Xoşnaw da zanîn ku proje dê derdora Hewlêrê bigire.
Xoşnaw her wiha diyar kir ku ev proje bi fermana rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê bicihanîn.
Di qonaxa duyem de fistiq tên çandin
Amadekariyên qonaxa duyem a projeyê ber bi qedandinê ve ne.
Umêd Xoşnaw ev yek wiha anî zimên, "Tevahiya projeyê dê ji 8 qonaxan pêk were.
Berhema zeytûnan a qonaxa yekem ku ji 500 hezar şitilan pêk tê, dê ji bo xwarina rojane û rûnê zeytûnan were bikaranîn."
Li gorî planê dê di qonaxa duyem a projeyê de fistiq bên çandin.
Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê, bi saya projeyê, "Hewlêr dê bikeve ser nexşeya berhemhênerên girîng ên fistiqan ên li herêmê."
Sûdên Kembera Kesk çi ne?
Birêvebirê Jîngehê yê Hewlêrê Dilşad Hîranî îro derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.
