Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, keçeke ciwan a bi navê Asya Zîrek ji qata 4an a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.
Bûyer şeva borî li Taxa Berçelanê ya navenda Colemêrgê rû da.
Li gorî agahiyan, keça 17 salî Asya Zîrek ji qata 4an a avahiyekê ket û bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Asya Zîrek veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
