Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê baraneke dijwar bariya û lehî rabû.
Lehiyê bi xwe re gilêş birin nav gola Bendava Xazirgê ava bendavê qirêj bû.
Ev 2 meh in li seranserê parêzgeha Dêrsimê baraneke bihêz dibare.
Ji ber baranê asta ava çemên Munzur û Pilemûriyê bi awayekî berçav bilind bûye.
Lê vê baranê û lehiyê bi xwe re herî, ax, qûm, lat û perçeyên daran jî birin.
Ziblê li ser avê giravok çêkirine
Hemû bermayî, zibl û gilêş çûn nava gola Bendava Xazirgê.
Niha ev qirêjî li ser rûyê bendavê kom bûye û zibl û gilêşê li ser avê giravok çêkirine.
Ev dîmenê nexweş herî zêde li devera Rostanê ya Taxa Atatûrkê balê dikişîne.
Welatiyên ku li nêzîkî golê dijîn dibêjin ku dîmenekî gelekî xerab derketiye holê.
