Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku pêşniyarek heye bernameyên xwendinê yên Sûriyeyê wergerînin zimanê Kurdî.
Li gorî pêşniyarê, ev bername dê li Hisîça, Kobanî, Efrîn û taxa Şêx Meqsûdê ya li Helebê li dibistanan bê xwendin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Nûredîn Ehmed da zanîn ku li parêzgeha Hisîçayê li ser mijara perwerdeyê çend civînên girîng hatine kirin.
Di encama van civînan de, di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar de li ser çend xalên stratejîk lihevkirin pêk hatiye.
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Turko û Nûnerê Serokkomar Ziyad Ayîş beşdarî van civînan bûn.
Di civînan de çarenivîsa bi hezaran xwendekar û mamosteyên ku di pergala Rêveberiya Xweser de bûn hat gotûbêjkirin.
Dê dîploma bên naskirin
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ji bo naskirina bawernameyan (dîploma) komîteyeke taybet tê avakirin.
Ev komîte dê rewşa bawernameyên amadeyî û navîn ên salên borî binirxîne ku bi bernameyên Rêveberiya Xweser hatine wergirtin.
Armanc ew e ku ev bawername ji aliyê Rêveberiya Perwerdeyê ve bi awayekî fermî bên naskirin û piştrastkirin.
Parêzgarê Hisîçayê her wiha destnîşan kir ku dê xwendekar bikevin nav pergala perwerdeya giştî û got:
