Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku Îranê bi mûşekan êrişî baregeheke wan a li parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Li gorî agahiyan, di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî îro li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.
Penahî li ser êrişê zanyarî dan û got, "Nîvroya îro baregehên me yên li Dola Alanê ya Hewlêrê, ji aliyê Îranê ve hatiye mûşekbarankirin."
Penahî eşkere kir ku êriş bi 3 mûşekan hatiye kirin û wiha pê de çû:
"Di êrişê de ziyanên canî nebûn lê zerer û xisarên madî çêbûn."
