Hewlêr (Rûdaw) – Ferhad Şamî bal kişand ser herêmên Kurdan û anî ziman: “Ji Efrîn û Kobaniyê heta Dêrikê herêmên Kurdan in.”
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser nîqaşên ziman û nasnameyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir.
Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de wêneyên tabelayên bi zimanê Tirkî parve kirin û diyar kir ku ji bo bidawîhatina hişmendiya Baasê, divê ev fikir bi temamî ji holê rabe.
Şamî destnîşan kir ku serweriya rastîn divê ne li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, li dijî destwerdanên derve be.
"Ji Efrînê heta Dêrikê herêmên Kurdan in"
Berpirsê HSDyê bal kişand ser nasnameya Kurdî ya herêmên wekî Efrîn, Kobanî û Dêrikê û bertek nîşanî polîtîkayên dûrxistinê da û anî ziman:
"Beas fikrek bû û heger em bixwazin Beas bi dawî bibe, divê ev fikir bimire.
Serweriya rastîn divê ne li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, li dijî destwerdana derve be."
"Zimanê Kurdî divê bibe yê yekem"
