Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) werin bikaranîn”
Mezlûm Ebdî xwest ku rê bidin wan peymanên ku li gel hikûmeta demkî ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka lîsteyên li Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê (Hesekê) hatine kirin.
Wî bi rêya ANHAyê diyar kir ku ji bo berdewamiya pêvajoya yekbûnê, divê dosyayên din ên saziyên dadgeriyê neyên astengkirin.
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan xalan e ku hinek astengî derketine pêşiya wê.
Ji ber van astengiyan li bajarê Hisîçayê li ber Koşka Dadweriyê xwenîşandan hatin lidarxistin.
Gel rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelaya avahiyê protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê kir.
Lihevkirina li ser dosyaya dadgeriyê
Mezlûm Ebdî sedemên rawestandina pêvajoya dadgeriyê û peymanên nû rave kirin û diyar kir ku "di vê mijarê de nêzîkî du hefte berê hinek pirsgirêk derketin û ev bû sedema astengiyeke demkî."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a ji bo tevlîkirina dadgerên Rêveberiya Xweser a nav hikûmetê û fikarên li ser parastina mafên wan dest pê kiriye.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku berteka birêvebiriya dadgeriyê ya li herêmê rewa bû çimkî wan paşguhkirin qebûl nekir.
Wî got piştî van pirsgirêkan, li Şamê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin.
Fermandar Mezlûm eşkere kir ku bi hikûmeta demkî re lihevkirin çêbûye û hatiye qebûlkirin ku dadgerên Rêveberiya Xweser tevlî pergalê bibin û ji kar neyên derxistin.
