Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk anî zimên ku ew Mustafa Destîcî
cidî wernegire û got ku rihekî Kurdistanî li pey Amedsporê heye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku
qeyûm danîne şûna wî, li Amedê di dema Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ji Îlke
TVyê re axivî.
Ahmet Turk li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka
Demokratîk" nirxandin kirin.
"Kurdistan têgeheke cografî ye"
Ahmet Turk bersiv da heqaretên Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa
Destîcî yên li ser peyama wî ya ji bo şampiyoniya Amedsporê.
Wî destnîşan kir ku Kurdistan têgeheke cografî ye û got:
"Dema em dibêjin Kurdistan em tenê qala Kurdan nakin.
Li vir Suryanî, Ermenî, Ereb û gelek gelên din hene. Ev hemû gelên Kurdistanî
ne."
Ahmet Turk diyar kir ku Amedspor tîmeke Tirkiyeyê ye lê di
encamê de rihekî Kurdistanî heye û li pey çû:
"Mirovan stran gotin, bi Kurdî axivîn û xîtabî hev kir.
Ev rengvedana ziman û çanda gelekî ya di sporê de ye. Divê ev yek bê
qebûlkirin.
Heke hûn vê qebûl nekin, hûn ti carî nikarin li vî welatî
aştiyê pêk bînin. Hûn nikarin biratiyê pêk bînin."
"Kesê ku xwedî kesayet be vî zimanî bi kar nayîne"
Ahmet Turk anî zimên ku ew Mustafa Destîcî cidî wernagire û
got,
"Ew ne kesek e ku mirov bersivê bidiyê.
