Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê yê
Efrînê Mihemed Sîdo got, "Divê zimanê Kurdî di destûrê de were naskirin."
Endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê yê Efrînê Mihemed Sîdo li ser
rewşa perwerdeyê û pergala zimanê Kurdî ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Sîdo di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bipêşketin
û fermîkirina zimanê Kurdî.
Wî xwest ku Kurdî wekî zimanekî neteweyî li Sûriyeyê were
qebûlkirin.
"Kurdî hewceyî dadperweriyeke zêdetir e"
Mihemed Sîdo diyar kir ku niha zimanê Kurdî li dibistanan
wekî waneyeke vebijêrkî hefteyê du saetan tê dayîn.
Wî anî zimên ku Birêvebiriya Perwerdeyê ji bo vê yekê kedeke
mezin dide lê ev yek têra daxwazên gel û mafê zimanê dayîkê nake û got:
"Tevî hebûna mamosteyên pispor û daxwaza malbatan a ji
bo fêrbûna zimanê dayîkê, hîna jî zimanê Kurdî hewceyî baldarî û dadperweriyeke
zêdetir e."
Wî destnîşan kir ku ev yek bi taybetî piştî biryarên dawî
yên serokatiyê gelekî girîng e.
Cihgirtina Kurdî di destûrê de
Parlamenterê Efrînê di daxuyaniya xwe de pêbendbûna xwe ya
ji bo başkirina jîngeha perwerdeyê nîşan da û got:
“Em dê ji bo jîngeheke guncaw û nûjen a perwerdeyê
bixebitin.
