Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Gulanê got, “Wê şoreşê nîşanî hemû aliyan da ku vîna gelê Kurdistanê ti carî naşike."
Serok Barzanî her wiha destnîşan kir ku Şoreşa Gulanê di xebata gelê Kurdistanê de qonaxeke girîng û çarenivîssaz e.
Serok Mesûd Barzanî di salvegera 50emîn destpêkirina Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir.
Berdewamiya Şoreşa Îlonê bû
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de anî zimên ku Şoreşa Gulanê berdewamiya Şoreşa Îlonê ya mezin bû û hilgira peyam û armancên wê bû.
Serok Barzanî eşkere kir ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt sekinîbe jî, xelkê me ji bo gihîştina armancên xwe yên pîroz bi hêvî û hêzeke nû xebata xwe domandiye.
Sedemên serkeftina şoreşê
Serok Barzanî behsa sedemên serkeftina şoreşê jî kir û got:
"Şoreşa Gulanê bi ser ket, çimkî xwe dispart qehremaniya Pêşmergeyan, berxwedana xelkê, rêxistineke bihêz û dirûşm û armancên zelal."
Rola Pêşmerge û welatparêzan
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de spasiya gelê Kurdistanê kir.
Wî her wiha spasiya hemû têkoşer, Pêşmerge û niştimanperweran kir ku li navxwe û derveyî Kurdistanê di wê şoreşê de xwedî roleke qehremanane bûn û wan dîrokeke tijî serbilindî ji bo gelê xwe tomar kir.
"Azadî berhema xwîna şehîdan e"
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de şehîdê yekem ê Şoreşa Gulanê, Şehîd Seyîd Ebdula Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.
Serok Barzanî tekez kir, "Azadî û destkeftiyên niha yên gelê me, berhema xwîna şehîdan û keda dilsozên hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne."
