Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa operasyona "Xezeba Destanî" ya ku li dijî Îranê tê kirin daxuyanî da.
Trump pêşbînî kir ku dê şer di nav 4 hefteyan de bi dawî bibe. Wî bangî artêşa Îranê kir û got, "Yan çekan deynin yan jî li benda mirinê bin."
Trump 36 saetên dawî yên êrişên li dijî Îranê nirxandin.
Wî diyar kir ku operasyon "bi hêzeke leşkerî ya wisa didome ku di dîroka cîhanê de mînaka wê nehatiye dîtin."
“Xezeba Destanî gelekî mezin e”
Trump li ser qebareya êrişan hûrgilî dan û got:
"Di 36 saetên dawî de, me bi hevalbendên xwe re operasyona 'Xezeba Destanî' da destpêkirin.
Ev yek ji êrişên leşkerî yên herî mezin û herî aloz e ku cîhanê heta niha dîtiye.
Me li Îranê bi sedan armanc bombebaran kirin. Navendên Pasdarên Îranê û sîstemên parastina asmanî jî di nav wan armancan de bûn.
Tenê di nav çend xulekan de, me 9 keştiyên şer û avahiyên sereke yên hêzên deryayî yên Îranê tune kirin.”
Trump derbarê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî axivî û got:
"Rêberê Olî yê berê yê Îranê Xamineyî mir.
Destên vî zilamê sefîl û nizim di xwîna bi sedan, heta bi hezaran Amerîkiyan de hebû.
Ew berpirsyarê qetilkirina bêhejmar a mirovên bêguneh ên li gelek welatan bû.
Şeva borî li her derê Îranê, dema ku nûçeya mirina wî hat bihîstin, me dît ku xelk li kolanan dirûşm berz dike û pîrozbahiyê dike.
Asta fermandariya leşkerî ya rejîmê jî belav bûye. Bi hezaran ji wan ji bo ku sax bimînin parêzbendiyê dixwazin."
Dema şer: 4 hefte yan kêmtir
Trump ji bo dema operasyonê cara yekem salnameyek diyar kir.
Trump destnîşan kir ku ev yek her tim wekî pêvajoyeke 4 hefteyî hatiye plankirin û got:
"Îran çi qasî bihêz be jî welatekî mezin e lê em pêşbînî dikin ku di 4 hefteyan yan jî di demeke kêmtir de em bigihin armancên xwe.
