Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa hevpar a Îsraîl û Amerîkayê, li ser medyaya civakî îdiayên "sîxuriyê" yên di asta fermandariya leşkerî ya Îranê de belav dibin.
Îdiayên sîxuriyê yên li ser Fermandarê Supaya Qudsê Îsmaîl Qaanî ji nû ve geş bûn.
Tê gotin ku Qaanî bi çend çirkeyan ji wê operasyonê rizgar bûye ku Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî tê de hat kuştin.
Tora nûçeyan a Rusen Pressê îdia kir ku Qaanî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye desteserkirin û lêpirsîna wî tê kirin.
Îsmaîl Qaanî xelefê Qasim Silêmanî ye ku sala 2020î hatibû kuştin.
Qaanî ji ber ku di van her du salên dawî de ji hemû êrişên mezin ên li herêmê "sax" rizgar bûye, ketiye navenda gumanan.
Ji operasyona li dijî Xamineyî çawa rizgar bû?
Sibeha 28ê Sibata 2026an li dijî rûniştgeh û ofîsa Xamineyî operasyonek hat kirin.
Di vê êrişê de 48 kesên ji asta herî jor a Îranê mirin.
Tê îdiakirin ku Îsmaîl Qaanî jî di nav armancan de bûye lê wî demeke kurt beriya êrişê civîn terk kiriye.
Li gorî agahiyên ku xwe dispêrin rayedarên Îranî, Qaanî bi hinceta "erkekî operasyonî" zû ji avahiyê derketiye û bi vî awayî sax maye.
Lê belê ev rewş ji aliyê hinek derdorên li nav Îranê ve wekî "lihevrasthatinek"ê nayê dîtin.
Ev yek wekî nîşana "xiyaneteke navxweyî" yan jî têkiliyeke bi îstixbarata Amerîka û Îsraîlê re tê nirxandin.
Rusen Press: Hatiye desteserkirin
Li gorî nûçeya Rusen Pressê ya ku di çapemeniya navneteweyî de deng vedaye, Supaya Pasdaran a Îranê dest bi lêkolîneke navxweyî kiriye.
Armanca lêkolînê ew e ku çavkaniya agahiyên ku hatien dizîn bê peydakirin.
Li gorî îdiayê, di vê çarçoveyê de Fermandarê Supaya Qudsê Îsmaîl Qaanî bi awayekî demkî ji karê xwe hatiye dûrxistin.
