Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew dê êrişî zêdetirî 50 gund û bajarokên li başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê bike.
Artêşa Îsraîlê ji şêniyên herêmê xwest ku malên xwe vala bikin.
Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweyayê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke vîdeoyî belav kir.
Ellayê diyar kir ku ew dê zêdetirî 50 cihên li başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê bikin armanc.
Wê bangî xelkê wan herêman kir ku bi lezgînî malên xwe vala bikin.
Ellayê ji welatiyan xwest ku herî kêm hezar metreyî ji wan deveran dûr bikevin û herin cihên vekirî.
Bi hezaran kes bûn koçber
Piştî van gefên Îsraîlê, xelkê deverê dest bi koçberiyê kir.
Bi hezaran kes ji başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê ber bi bakurê welêt ve ketin rê.
