Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di dehemîn pêla êrişên xwe yên mûşekî yên li Îsraîlê de, nivîsgeha Serokwezîr Benjamin Netanyahu kiriye armanc.
Her wiha hat diyarkirin ku cihê mana Fermandarê Hêzên Asmanî yên Artêşa Îsraîlê jî hatiye hedefgirtin.
