Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew şerê tund ê ku ji ber êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê derketiye, nabe "şerekî bêdawî."
Netanyahu destnîşan kir ku ji bo gihîştina armancan pêwîstî bi demê heye.
Netanyahu di hevpeyvînekê de li gel kanala Fox Newsê axivî û got:
"Dê şerekî me yê bêdawî nebe, ev dê tevgereke bilez û çareserker be."
Netanyahu paşê axaftina xwe zelaltir kir û amaje pê kir, her çend "dibe ku dem pêwîst be jî lê dê gelek salan neajo."
Sedema êrişê: Stargehên nukleer ên binerdî
Serokwezîrê Îsraîlê sedema êrişa ji nişka ve ya Amerîka û Îsraîlê bi wê yekê ve girê da ku Tehran mijûlî avakirina baregehên nukleer ên nû bûye.
