Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Oramîral Brad Cooper, li ser armancên leşkerî yên operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) daxuyaniyên girîng dan.
Ev operasyon ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin û di roja xwe ya çaremîn de ye.
Cooper diyar kir ku hêza deryayî ya Îranê bi temamî hatiye têkbirin.
Her wiha wî da zanîn ku asmanê Îranê bi temamî ketiye bin kontrola Amerîka û Îsraîlê.
Oramîral Cooper bi rêya hesabê CENTCOMê peyameke vîdeoyî belav kir.
Wî destnîşan kir ku hêzên wan ên li Rojhilata Navîn, ji bo bidawîkirina kapasîteya gefan a Îranê operasyoneke "dîrokî û bêrehm" dikin.
"50 hezar leşker û 200 balafirên şer di dewrê de ne"
Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser wê yekê ku li herêmê di nava nifşekî dawî de tevgereke leşkerî ya herî mezin pêk tê û ev agahî parve kirin:
"Zêdetirî 50 hezar leşkeran, 200 balafirên şer, du keştiyên balafiran û balafirên bombebaranê yên wekî B-1, B-2 û B-52 yên ku ji Amerîkayê radibin beşdarî operasyonê dibin."
Cooper tundiya êrişan bi midaxeleya Îraqê ya sala 2003yan re berawird kir û got:
"24 demjimêrên destpêkê, hema bêje du qatî operasyona 'Şok û Tirs' (Shock and Awe) a sala 2003yan mezin bû.
Em rojê 24 demjimêran li Îranê dixin. Ev êriş ji binê deryayê heta fezayê û qada sîber berdewam dikin."
"17 keştiyên Îranê hatin noqkirin, sîstema parastina asmanî têk çû"
Cooper anî zimên ku di 100 demjimêrên ewil ên operasyonê de zêdetirî 2 hezar cebilxane hatine bikaranîn û li nêzîkî 2 hezar armancan hatiye xistin.
Wî diyar kir ku sîstemên parastina asmanî yên Îranê û bi sedan navendên mûşekên balîstîk û dronan hatine tunekirin.
Cooper bi taybetî bal kişand ser bipêşveçûna hêzên deryayî û wiha axivî:
