Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Srî Lankayê ragihand ku wan termên 87 leşkerên Îranê ji keştiyeke şer a Îranê ya li Okyanusa Hindê derxistine ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû hedefgirtin û binavkirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth di civîneke rojnamegeriyê ya li Pentagonê de ragihand ku navê wê keştiya Îranê ya ku hatiye binavkirin “IRIS Dena” ye û wekî "Keştiya Şanaziyê" ya Komara Îslamî ya Îranê dihat dîtin.
Pete Hegseth got, "Keştiyeke jêrderyayî ya Amerîkayê keştiyeke şer a Îranê bin av kir ku Îranê wiha dizanibû li avên navneteweyî parastî ye lê hat têkbirin."
Ev wekî yek ji wan rewşên kêmpeyda tê dîtin ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jêrderyayiyek keştiyeke şer bin av dike.
Sînyala hawarê (SOS)
Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê Vijitha Herath li parlamentoya welatê xwe ragihand ku wan ji keştiyê sînyaleke hawarê (SOS) wergirtiye ku 180 kes tê de bûne.
Dema tîmên rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê, ti şopên keştiyê nemabûn, tenê lekeyên petrolê, belemên rizgarkirinê û çend kesên ku avjenî dikir li ser rûyê avê mabûn.
Berdevkê Hêza Deryayî ya Srî Lankayê Buddhika Sampath jî ragihand ku heta niha 32 kes sax hatine rizgarkirin û ew veguhastine nexweşxaneya bajarê Galleyê yê li başûrê welêt.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Anil Jasinghe eşkere kir ku rewşa yek ji rizgarkiriyan gelekî giran e û 7 kesên din jî têne dermankirin.
