Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan ne tenê temaşeyî dûmana şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re dike, di heman demê de çavê wê li ser lêçûnên wî şerî ye jî.
Şer ne tenê ceribandinek e ji bo hêza cebilxaneyan, di heman demê de metirsiyeke mezin e ji bo xezîneya aliyên ku di şer de ne.
Şer ne di warê çekan de û ne jî di warê mesrefan de hevseng e.
"Lêçûna dronê di navbera 20 û 50 hezar dolarî de ye"
Pisporê Teknolojiyê Tom Clark diyar kir ku di navbera lêçûna çekên Îranê û wan çekên ku ji bo parastinê li hemberî wan tên bikaranîn de nehevsengiyeke aborî ya mezin heye û got:
"Mînak em Îmaratê bidin ber çavan ku di pûçkirina êrişên bi mûşekan û dronan ên Îranê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û dibêje wê zêdetirî ji sedî 90ê wan xistine xwarê.
Lê lêçûna droneke 'Şahid'ê tenê di navbera 20 û 50 hezar dolarî de ye, di demekê de ku mûşeka ku ji bo têkbirina wê tê bikaranîn lêçûna wê di navbera 500 hezar heta milyon û nîv dolaran de ye."
Amerîkayê tenê di 24 saetên yekem ên operasyonê de, nêzîkî 779 milyon dolaran xerc kirin.
Pentagon bi hemû giraniya xwe ketiye qadê, ji balafirên B-2 û F-35an bigire heta mûşekên Tomahawkê.
Lê tenê di bûyereke teknîk a li asmanê Kuweytê de, 3 balafirên şer ên Amerîkayê ketin ku ev bi serê xwe derbeyeke aborî ya çend sed milyon dolaran bû.
